Swîsre, ji bo kirîna F-35an diçe referandûmê

24 tebax 2022 20:29
Swîsre, ji bo kirîna F-35an diçe referandûmê

PeyamaKurd- Li ser daxwaza rayedarên Swîsreyê ya ku ji Amerîkayê balafirên şer ên F-35 bikire, qeyraneke siyasî çêbû. Li ser vê yekê jî ji aliyê rayedarên Swîsreyê ve hat ragihandin ku dê li ji bo vê biryarê, referandûm bê kirin.

Li ser daxwaza kirîna F35an a ji Amerîkayê, hat zanîn ku komeke nexwestiye ev balafir werin kirîn, kampanyaya bi navê “Stop-F-35 daye destpêkirin.

Li ser vê yekê jî ji aliyê rayedarekî ku roportaj dabû çapemeniya Rus ve hat eşkerekirin ku dê ji bo biryara Swîsreyê ya di 12ê Adara 2023yan de ji Amerîkayê ev balafirên F-35 bihatana kirîn, dê referandûm bê kirin û dê biryar ji xelkê re bê hiştin.

Her wiha hat eşkerekirin ku ev ramanên dualî, di nav siyaseta Swîsreyê de bûye mijara sereke û ev yek jî dibe sedem ku hikûmeta Swîsreyê bikeve tengasiyê.

2 sal in hewla kirîna balafiran tê dayîn

Daxwaza rayedarên Swîsreyê ya kirîna balafirên F-35 ku ji aliyê Amerîkayê ve tên hilberîn, di sala 2021an de dest pê kiribû û ji bo vê yekê jî xebat hatibûn destpêkirin. Di naveroka peymanê de hatibû diyarkirin ku dê bi buhayê 6 milyar dolaran, 36 heb balafirên f-35 bihatana kirîn.