Amerîka: Tirkiye ji bo kirîna F-35an şertên pêwîst pêk neanî
Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê vegerandina Tirkiyeyê bo bernameya F-35 de ji Kongreyê re nameyekê şand ku tê da hat ragihandin ku Enqerê heta niha şertên yasayî yên ji bo vegerandina wê ya bo bernameyê pêwîst pêk neanî.
RûpelNews - Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê beşdariya Tirkiyeyê ya di bernameya F-35 de nameyek ji Kongreyê re şand.
Li gorî belgeyeke ku ji aliyê Kathimerini yek ji dezgehên medyayê yên pêşeng ên Yewnanistanê ve hatiye bidestxistin, Wezareta Derve ya Amerîkayê di nameyeke bi dîroka 22'yê Tîrmehê de ji Kongreyê re diyar kiriye ku Tirkiyeyê heta niha şertên yasayî yên pêwîst ji bo ji nû ve tev li bernameya F-35 bibe pêk neanî.
Li gorî nameyê, Qesra Spî ji Wezareta Derve xwest ku li ser navê Serokê Amerîkayê bersivê bide. Di bersiva xwe ya ji bo Kongresmenê Demokrat Wesley Bell re, Ofîsa Karûbarên Yasayî ya Wezareta Derve tekez kir ku heta ku mercên yasayî yên di yasaya DYA'yê de hatine diyarkirin bi tevahî neyên pêkanîn, tu balafirên F-35 nikarin ji Tirkiyeyê re werin veguhestin.
