Netanyahu: Divê Amerîka F-35an nefiroşe Tirkiyeyê
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu diyar kir ku Tirkiye li Xezzeyê piştgiriya Hamasê dike û got: "Divê Amerîka baafirên şer ên F-35an nefiroşe Tirkiyeyê."
RûpelNews - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu beşdarî bernameya radyoya Amerîkayê ya bi navê 'Sid & Friends in the Morning' bû û li vir li ser balafirên şer ên F-35 ku demeke dirêj e di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de tê axaftin daxuyanî dan.
Netanyahu diyar kir Tirkiye li Xezeyê piştgiriya Hamasê dike û ragihand ku ji ber vê sedemê divê balafirên şer ên F-35 neyên firotin Enqereyê û wiha axivî:
"Bi min ew (Tirkiye) vê heq nakin, divê ew qet tiştekî wernegirin. Bi min divê tu çek ji Erdoğan re neyên firotin. Ew çekên xwe bi xwe çêdike."
