Senatorên Amerîkayê: Firotina F-35an bo Tirkan qedexe ye

11 tîrmeh 2026 11:13

Senatorên Kongreye Amerîkayê bertek nîşanî Serok Donald Trump dan ku li ser firotina balafirên şer ên F-35 helwesteke nerm nîşan dide. Senator bal kişandin ser yasayan û wiha gotin: "Qanûn pir zelal e, hûn nikarin F-35an bidin Tirkan heya ku ew bi temamî dev ji sîstemên S-400 yên Rûsî bernedin."

Senatorên Amerîkayê: Firotina F-35an bo Tirkan qedexe ye

RûpelNews - 3 kesayetiyên pir bi bandor ji baskên Komarparêz û Demokratan ên Kongreya Amerîkayê, ji rojnameya Yewnanî Kathimerini re der barê danûstandinên di navbera Enqere û Washingtonê de yên li ser F-35 û cezayên CAATSAyê daxuyanî dan.

"Tekane astengî S-400 e"

Senatorê Komarî yê ji Idaho û Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê Jim Risch, helwesta kongreyê ya bêdawî li ser vê mijarê bi awayekî zelal eşkere kir û wiha got: 

"Ji ber ku Tirkiyeyê xwediyê sîstemên S-400 ên Rûsî ye ev yek astengiya herî mezin û demdirêj e li pêşiya kûrkirina hevkariya me ya leşkerî û parastinê. Bi saya serokatiya Serok Trump, ez hêvî dikim ku Tirkiye dê di dawiyê de dev ji van sîstemên S-400 berde û em ê karibin vê krîzê bi temamî li paş xwe bihêlin."

"Heta Tirkiye xwediyê S-400an be nikare bibe xwediyê F-35an"

Senatorê Demokrat ê Marylandê Chris Van Hollen ê ku dema sepandina gemaroyên CAATSA û qedexekirina firotina F-35an bo Tirkiyeyê de bi awayeke karîger bû bi tundî li dijî firotina F-35an bo Tirkiyeyê derket û wiha aixivî: 

Enqere xwedîderketina li sîstemên S-400 ên Rûsyayê didomîne ku ev ji bo ewlehiya balafirên me yên F-35 gefeke rasterast e. Wekî din, Erdogan îsbat kiriye ku ew hevalbendekî NATOyê yê nesadiq e ku demokrasiyê têk dibe. Hizirkirina Trump a li ser radestkirina van firokeyan jî bi tena serê xwe wek şokek e. Ev ê hem ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê lawaz bike û hem jî qanûna Amerîkî bin pê bike. Qanûn pir zelal e: Heta ku Tirkiye xwediyê S-400an be, ew ji bernameya F-35ê hatiye dûrxistin. Kongre di vê mijarê de ji her du partiyan bi yekdengî ye. Li dijî vê avêrina her gavekê nayê qebûlkirin."

"Xelet e ku teknolojiya pêşketî ji Tirkiyeyê re bê dabînkirin" 

Endamê Kongreyê yê Komarparêz Mike Lawler tekez kir ku helwesta wî hem li ser ewlehiya neteweyî ya DYAyê û hem jî li ser zagonên heyî bingeh digire. Lawler diyar kir ku divê ambargoya leşkerî heta ku Tirkiye helwesta xwe biguherîne berdewam bike û axaftina xwe bi vî awayî bi dawî anî:

"Firotina yek ji firokeyên şer ên herî pêşketî yên Amerîkayê ji Tirkiyeyê re ne di berjewendiya Amerîkayê de ye. Ev ne tenê dê teknolojiyên me yên leşkerî yên krîtîk bixe xeterê lê her wiha ev yek ji aliyê hevalbendên me yên rastîn ên li Rojhilata Navîn û Ewropayê wê xelet were fehmkirin ku em nikarin îzaha vê yekê bikin. Heya ku Serok Erdogan xwedîlêderketin û xebitandina sîstemên S-400 ên Rûsyayê didomîne, divê qedexeyên firotina F-35 wekî ku di qanûna Amerîkayê de hatiye diyarkirin, bi awayekî tund di meriyetê de bimînin."