Trump derbarê firotina F-35an ji bo Tirkiyeyê axivî
Trump, di bersiva dijberiya Netanyahu ya li hember firotina balafirên F-35an ji bo Tirkiyeyê de, got: "Kes nikare ji min re bêje ka divê em çi bifiroşin kê an jî divê em çi nefiroşin. Tirkiye hevalbendeke me ya mezin e."
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump, beriya hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re, daxuyaniyên girîng da.
Trump di bersiva pirseke derbarê dijberiya Îsraîlê ya li hember firotina balafirên şer ên F-35an ji bo Tirkiyeyê de wiha got:
"Tirkiye hevalbendeke mezin e. Kes nikare ji min re bêje ka divê em çi bifiroşin an jî nefiroşin."
Trump her wiha anî ziman: "Ev yek bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Tirkiye welatekî gelekî xurt e; xwediyê artêşeke xurt e."
Trump her wiha derbarê danûstandinên bi Îranê re jî bi awayekî erênî axivî û diyar kir ku danûstandin baş dimeşin.
