Iraqê êrîsên DYA yên li dijî Hasdî Sabî sermezar kir
PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê, êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li dijî baregehên leşkerî yên Heşdî Şabî yên çend deverên Iraqê wek “hewleke dijminî” bi nav kir û êrîşan şermezar kir.
Di daxuyanîya nivîskî ya hikûmete ya ku ji Ofîsa Serokwezîrîyê hate dayîn de hate gotin ku "Em êrîşên çekdarî yên ku hêzên Iraqê dikin armanc şermezar dikin."
Di daxuyaniya ku agahiyên teknîkî hatin vegotin de wiha hate gotin: "Di êrîşên ku ji aliyê DYA'yê ve hatin kirin de endamekî hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest da û 18 kes jî birîndar bûn ku hin ji wan welatiyên me yên sivîl in."
Di daxuyaniya ku êrîşên li dijî mîsyonên dîplomatîk ên biyanî yên li Iraqê jî hatin şermezarkirin de wiha hate gotin:
"Hikûmet bi hemû hêzên xwe ya ewlehiyê û hemû saziyên xwe yên destûrî û yasayî, wê li dijî hêzên ku baregeh û şêwirmendên leşkerî û mîsyonên dîplomatîk yên biyanî dikin armanc têbikoşe.”
Di daxuyaniya ku êrîşên DYAyê weke kiryarên dijminî yên li ser serweriya dewleta Iraqê hate nirxandin de hate destnîşankirin ku ew e di bin her şert û mercî de û di bin her nav û mebestê de, pêkanîna êrîşên bi vî rengî qebûl nekin.
Daxuyanî bi vê peyamê bi dawî bû:
“Êrîşên ku ji alî DYAyê ve hatin pêkanîn, xizmeta berjewendiyên hevpar ên demdirêj ên weke mîsogerkirina asayîş û aramiyê nake û ziyanê digihîne pêwendîyên dualî yên di navbera her du welatan de û berovajîyê daxuyaniyên DYAyê yên derbarê xurtkirina peywendiya bi Iraqê re ne.
Heşdî Şabî ku ji komên milîşe yên şîa pêk tên, di dema şerê DAIŞê de ji alî rejîma Îranê ve li Iraqê hate damezirandin û ji alî hikûmeta Iraqê ve wek hêzeke girêdayî artêşa Iraqê hate fermîkirin.
Ev rêxistina ku bi kiryarên xwe yên dermirovî û êrîşên li dijî xalên leşkerî û dîplomatîk yê DYA'yê tê rojevê, wek destê Tehranê yê li nav Iraqê tê dîtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin