Di hilbijartina Iraqê de, zextên Hasdî Sabîyê!

21 nîsan 2018 15:54
Di hilbijartina Iraqê de, zextên Hasdî Sabîyê!

PeyamaKurd- Namzetê Partiya Domokratî Kurdistan (KDP) yê Diyalayê Îbrahîm Ahmed ragihand ku Haşdî Şabî li Diyalayê ji bo ku xelk rayên xwe bidin wan, gelê herêmê tehdîd dikin.  

Îbrahîm Ahmed got ku Haşdî Şabî li Qeretepe, Celewla, Sediye û Mendeliyê zextan li ser gel dike ku gel rayên xwe nede namzetê KDPê. Ji gel re dibêjin ku hûn rayên xwe nedin me, em ê we bigirin û bêjin ev alîkariya terorê dikin. Ev jî nîşan dide ku ji KDPê ditirsin.

Berpirsê Komîsyona Qeretepê yê KDP Kemal Îbrahîm jî ragihand ku Haşdî Şabî li derveyî Qeretepê cihê qotrolê ava kiriye û ji kesê ku tê bajêr û ji bajêr derdikeve bi navê bacê, 100 dolarî giştê ji wan distîne.