Serok Barzanî: Paşxistina hilbijartinan li Iraqê nayê qebûlkirin

10 nîsan 2026 15:42

Serok Mesûd Barzanî li dijî israrkirina paşxistina hilbijartinên li Iraqê daxuyaniyekê da û got: “Dive hilbijartinên Parlamento û Serokomarî li Iraqê di heman wext de ben kirin. Nayê qebûlkirin ku ev hilbijartin werin paşxistin.”

Serok Barzanî: Paşxistina hilbijartinan li Iraqê nayê qebûlkirin

RûpelNews - Serok Barzanî derbarê hilbijartinên li Iraqê de wê werin lidarxistin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya xwe de, Serok Barzanî got, "Israra hin partiyan di nav Çarçoveya Hevpeymaniyê de ji bo paşxistina hilbijartinê nayê qebûlkirin."

Barzanî her wiha tekez kir ku heta namzedek ji bo serokwezîriyê neyê diyarkirin, dê tu gavên destûrî ji bo hilbijartina serokomarî neyên avêtin.

Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî tekez kir ku heta mafên destûrî neyên misogerkirin kêşeyên heyî çareser nabin.