Eniya Berxwedana Iraqê: Me îro ses êrîsên cuda li dijî Îsraîlê pêk anîn

01 mijdar 2024 15:00
Eniya Berxwedana Iraqê: Me îro ses êrîsên cuda li dijî Îsraîlê pêk anîn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku komên çekdar ên Iraqê di saetên dawî de bi balafirên bê mirov (ÎHA) 6 êrîş birin ser çeperên Îsraîlê.

Komên çekdar di 6 daxuyaniyên cuda yên li ser Telegramê hatin weşandin de derbarê êrîşên ku pêk anîn de agahî dan.

Hat diyarkirin ku Berxwedana Îslamî ya Iraqê roja Înê 1ê Mijdarê 2 êrîşên cuda birin ser 2 xalên girîng ên Girên Golanê û herwiha hat gotin ku Berxwedana Îslamî 3 xalên li başûrê Îsraîlê û noqteyên girîng ên navendê jî bi balafirên bêmirov hedef girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Operasyonên îmhakirina baregehên dijmin dewam dikin."

Bereya Berxwedana Îslamî li Iraqê çendîn caran êrişî Israîlê kiriye, wek bersivdana êrişên Israîlî li ser Şerîda Xezzeyê.