Li Dêra Zorê 2 êrîsên hevdem li dijî HSDyê pêk hatin
22 mijdar 2025 15:42
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ên bi ser HSDyê ve ragihandin ku li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê, şaneyên çekdar bi awayekî koordînekirî du êrîşên hevdem li dijî nuqteyên wan pêk anîne.
Bûyer êvara Înê qewimîn:
Li gundê Burayha: Du kesên bi motorsîklet gule li xaleke kontrolê ya hevbeş a Asayîş û HSDê reşandin.
Li bajarokê Dîbanê: Êrîşkaran bombeyek avêtin navenda asayîşa giştî.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di her du êrîşan de ti ziyanên canî çênebûne. Hêzên ewlekariyê tavilê bersiv dane êrîşan û ji bo girtina êrîşkarên ku reviyane, li herêmê tevdîrên ewlekariyê zêde kirine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
DAISê berpirsyariya 3 êrîsên li Dêra Zorê li xwe girt
29 mjd 2025
Jiyan
Hejmarek esîrên Dêrazorê li dijî HSDê banga serhildanê kirin
03 hzr 2019
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin