Iraq: “Leskerên biyanî vekisin wê ji Kurdistanê jî vekisin”

21 rêbendan 2020 04:25
Iraq: “Leskerên biyanî vekisin wê ji Kurdistanê jî vekisin”

PeyamaKurd- Berdevkê leşkerî yê serokwezîrê Iraqê yê Adil Abdulmehdî general Abdulhekîm Halef got ku eger leşkerên biyanî ji Iraqê vekişin wê ji Kurdistanê jî vekişin. Halef li ser mijara biryara derxistina leşkerên biyanî ji Iraqê şirove kir û got; rêvebiriya Kurdistanê jî perçeyekî ji Iraqê ye û di mijarê de ti astengî tine ye.

Piştî kuştina Qasim Silêmanî di meclisa Bexdayê de hatibû xwestin ku leşkerên biyanî ji Iraqê derên lê parlementerên Kurd û yên Sunnî tevlî celsa meclisê nebûbûn.

Di vê mijarê de serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihandibû ku bi sedema tehdîda DEAŞê pêdivî bi desteka hêzên koalîsyonê heye.