Gumrukên Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal tên yekkirin

12 sibat 2026 16:38

Desteya Gumrukê ya Iraqê ragihand ku piştî rêze civînan li Bexdayê, Herêma Kurdistanê bersivek erênî da yekgirtina pênasên gumrukê û bicîhkirina biryarên federal. Hat gotin ku ev gav ji bo rêkxistina bazarê, kontrolkirina tevgera darayî û parastina nirxa diravê girîng e.

Gumrukên Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal tên yekkirin

RûpelNews -

Di roja Pêncşemê (12ê Sibata 2026) de, serokê giştî yê Desteya Gumrukê ya Iraqê Samer Qasim got ku di têkiliyên aborî yên navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de pêşketinek nû hatîye tomar kirin. Wî got ku Herêm bersivek erênî da yekgirtina pênasên gumrûkê bi deriyên federal re.

Qasim diyar kir ku gavên Herêma Kurdistanê ji bo bicîhkirina biryara federal a jimare (597) û rêbernameyên gumrûkê ketine qonaxa bicîhkirinê.

Sîstema elektronîk û pêkanînên nû

Wî got ku di du rojên dawî de civîn û rêkeftinên destpêkî li Bexdayê hatine kirin û têgihiştinek pratîk ji bo yekgirtina pênasê dest pê kiriye. Ev gav wekî gavêk stratejîk tê dîtin ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên berê.

Li gorî daxuyaniyê, bazirganên ku li derveyî sîstema gumrûk û bacê dixebitin dê ziyan bibînin. Ji bo têketina sîstema elektronîk ASYCUDA, hebûna nasnameya îthalatê û nasnameya bacê pêwîst e û dê rê nedin muameleyên darayî yên ku di sîstemê de nehatine tomar kirin.

Armanc: Rêkxistina bazarê û parastina dolarê

Qasim diyar kir ku yekgirtina gumrûkê hemû malan nagire, lê bal li ser wan malan tê kişandin ku rêjeya îthalatê ya wan zêde ye û dibin sedema derketina dolarê.

Li gorî wî, armanca vê gavê rêkxistina îthalatê, parastina yedega dolarê, kêmkirina îthalata malên kalîteya nizm û piştgirîkirina berhemên nîştimanî bi siyaseta gumrûkê ye.