Dadgeha Federal doza ji bo ‘Hilwesandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê’ red kir
PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro 28ê Tîrmehê, biryar li ser doza ku ji aliyê endama Fraksiyona Niwey Niwê (Nifşê Nû) li Parlamentoya Iraqê Serwe Ebdulwahîd ve hatibû vekirin da ku daxwaz kiriye, ger di nav 3 mehên bê de hilbijartinên Parlamentoyê neyên kirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û biryarên wê bên hilweşandin.
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew doza gilî hatiye redkirin, ji ber ku ew ne di çarçoveya desthilata dadgehê de ye.
Hêjayî gotinê ye, hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê roja 20ê Cotmeha 2024an têne lidarxistin û hemû amadekariyên pêwîst ji aliyê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve têne kirin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî îro 28ê Tîrmehê, dema pêşwaziya Serokê Ofîsa Hilbijartinan a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Amêr Mûsa Huseynî eşkere kir, hemû pêdiviyên hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê hatine dabînkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin