Iraq: Sibe hinardeya petrolê ji boriya Kurdistanê dest pê dike

17 adar 2026 22:56

Wezîrê Petrolê yê Iraqê ragihand ku, di encama rêkeftinekê de, Hewler û Bexda dê sibê îxracata petrolê ji nû ve bidin destpêkirin.

Iraq: Sibe hinardeya petrolê ji boriya Kurdistanê dest pê dike

RûpelNews - Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayyan Abdulganî ragihand ku di navbera Hewler û Bexdayê de ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê rêkeftinek hatiye çêkirin.

Wezîr diyar kir ku îxracata petrolê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê dê sibê saet 10:00ê sibê dest pê bike.

Di daxuyaniyek taybet de ji bo Rûdawê, Abdulganî diyar kir ku danûstandinên di navbera Hewlêrê û hikûmeta federal de bi awayekî erênî bi dawî bûne û got, "Îro me li ser ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê li hev kir. Bi îzna Xwedê, hinardekirin dê sibê saet 10:00 bi dema herêmî ji nû ve dest pê bike."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî daxuyaniyek da

Ji aliyekî din ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku di encama rêkeftina bi hikûmeta navendî ya Iraqê re, wan biryar da ku di zûtirîn dem de rê bidin herikîna petrolê bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê.