Iraq kete rêza 5emîn a hinardeya petrolê bo Koreya Basûr
01 cotmeh 2024 22:36
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di meha Tebaxê de Koreya Başûr bûye welatê pêncemîn ê ku herî zêde petrolê ji Iraqê hawirde dike.
Kompaniya Petrolê ya Netewî ya Koreya Başûr di rapora xwe ya îro 1ê Cotmehê de ragihand, di meha Tebaxê de 5emîn çavkaniya hinardeya petrolê ya welatê wan Iraq e.
Li gorî raporê, Koreya Başûr di meha Tebaxê de; Erebistina Siûdî bi 26.997 milyon bermîlan bûye yekemîn, Amerîka bi 12.101 milyon bermîlan duyemîn, Îmarata Erebî bûye sêyemîn û Kuwêt jî bûye çaremîn hinardekara petrolê bo Koreya Başûr.
Iraq jî bi 8.886 milyon bermîlan bûye pêncemîn hinardekara petrolê ya Koreya Başûr ku li gorî heman serdema sala borî hinarde ji sedî 27,9 zêde kiriye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Iraq herî zêde berhemên Tirkiyê hawirde dike: Di rêza yekem de ye
19 hzr 2024
Kurdistan
OPECê bi fermî ji Iraqê xwest hinardeya petrola Kurdistanê dest pê bike
22 nsn 2024
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin