Iraq: Ji Tirkiyeyê, agahiyeke fermî nehatiye dayîn
PeyamaKurd- Wezareta Petrolê ya Iraqê, li ser daxuyaniya Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ku gotibû dê di nav 1 hefteyekê de boriya petrolê bê vekirin diyar kir ku li ser mijarê ji bo wan agahiyeke fermî nehatiye dayîn.
Du karbidestên neftê yên Iraqî ragihandin ku Iraqê ji Tirkiyeyê agahiyeke fermî wernegirtiye bê ka boriya ku ji bo hinardeya neftê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kerkûkê tê bikaranîn amade ye ku dest bi xebatê bike.
Li gorî nûçeya Reutersê, piştî daxuyaniya roja duşemê ya Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar ku gotibû ‘boriya nefta xam amade ye’ rayedarekî payebilind ê Wezareta Petrolê ya Iraqê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin got,
"Divê em wekî Wezareta Petrolê, di derbarê rewşa boriyê de ji aliyê qada Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî bên agahdarkirin.”
Rayedarê wezaretê got ku wan 'daxuyaniya Albayrak tenê di medyayê de bihîstiye' û şêwirmendê duyemîn ê enerjiyê ku ji Reutersê re axivî, diyar kir ku Iraq jî li benda hevdîtinên li ser 'mijarên darayî û teknîkî yên berdewamkirî ne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin