Îran: Em di amadebaşiyê de de ne, îhtimala şerî heye
Fermandarê îranî General Mihemed Cefer Esedî, diyar kir ku îhtimala şerekî nû bi DYA re heye. Rêveberiya Tehranê ragihand ku artêş "di amadebaşiyê de ye".
RûpelNews - General Mihemed Cefar Esedî, fermandarê payebilind ê leşkerî yê Îranê, diyar kir ku di navbera Îran û DYA de îhtimala şerekî nû heye.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars a nîvfermî ya Îranê, yekîneya berpirsiyar a rêveberiya şer di nav Hêzên Çekdar ên Îranê de, Cîgirê Fermandarê Baregeha Navendî ya Hatemu'l Enbiya General Esedî, daxuyand ku welatê wî ji bo li hemberî her gefeke leşkerî bisekine amade ye.
Esedî, bi amajekirina bi gefên DYAyê û çalakiyên leşkerî yên li herêmê, ev tişt gotin:
"Îhtimala pevçûneke nû di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî de heye û delîl nîşan didin ku DYA bi ti gotin an peymanê ve ne girêdayî ye.
Hêzên çekdar bi temamî di amadebaşiyê de ne.
Kiryar û daxuyaniyên berpirsên amerîkî bi giranî ji aliyê medyayê ve tên birêvebirin. Ya yekem, ji bo pêşî li guherînên di bihayên petrolê de bigirin û ya duyem, ji bo ku xwe ji wê rewşa bêçare derxînin ku wan bi xwe afirandiye."
