Welatê Afrîkayê: Em dê ji bo Îsraîlê li dijî Îranê şerî bikin

30 adar 2026 21:20

Ji welatê Afrîkayê Ûgandayê derbarê Îranê de daxuyaniyeke balkêş hat dayîn. Fermandarê Hêzên Çekdar ên Ûgandayê Muhoozi Kainerugaba diyar kir ku ew dikarin li kêleka Îsraîlê beşdarî şerê li dijî Îranê bibin û got, "Yek ji lîwayên me dê ji bo dagirkirina Tehranê bes be."

Welatê Afrîkayê: Em dê ji bo Îsraîlê li dijî Îranê şerî bikin

RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku bi rêya medyaya civakî da, Kainerugaba îdia kir ku Îsraîl di têkoşîna xwe ya li dijî Îranê de li piştgiriya leşkerî digere. Fermandarî diyar kir artêşa Ûgandayê dikare di vê pêvajoyê de rolekê bilîze, got, "Fîrqeyek dê ji têra xwe zêdetir be. Lîwayek ji Hêzên Parastina Gel a Ûgandayê dikare peywirê bi lez bi dawî bike."

"Îsraîlê di rabirdûyê de piştgirî da me"

Di daxuyaniya xwe de, fermandarê ûgandayî her wiha amaje bi piştgiriya ku Îsraîlê di rabirdûyê de dabû welatê wî, kir. Kainerugaba, ku destnîşan kir ku Îsraîl di salên 1980yî û 1990î de li gel Ûgandayê bû, anî ziman ku niha dema vegerandina vê xêrê ye.

Wî got, "Îsraîl li kêleka me bû dema ku kesek din tune bû. Îro, aboriya me gihîştiye 100 milyar dolarî. Em xwediyê yek ji aboriyên herî mezin ên Afrîkayê ne. Çima divê em niha parastina wan nekin?"

"Eger Îsraîl were têkbirin, em dê bikevin şerî"

Kainerugaba tekez kir ku ew dixwazin şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe, lê divê ev bi têkçûna Îsraîlê pêk neyê.  Fermandar diyar kir ku Ûgandayê di vê mijarê de helwesteke wê ya zelal heye û got, "Eger hewldanek ji bo tunekirin an têkbirina Îsraîlê çêbibe, em dê li aliyê Îsraîlê tevlî şer bibin."

Muhoozi Kainerugaba kî ye?

Muhoozi Kainerugaba herwiha wek kurê Serokê Ûgandayê Yoweri Museveni jî tê nasîn.

Kainerugaba, ku ji sala 1999an ve di artêşê de di postên cuda de kar kiriye, berê li Sûdana Başûr xizmet kiribû.

Fermandarê ku bi parvekirinên xwe yên medyaya civakî gelek caran dibe sernûçe, di sala 2022an de gefa dagirkirina Kenyayê xwaribû û di encamê de ji posta xwe hatibû dûrxistin. Lêbelê, ew di sala 2024an de ji nû ve wek serokê artêşa Ûgandayê hate erkdarkirin. Di salên dawî de, wî bi daxuyaniyên xwe yên tund ên li dijî opozîsyonê bal kişandiye ser xwe.

Operasyona bejayî ya li dijî Îranê di rojeva Amerîkayê de ye

Di vê navberê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyên xwe yên dawî de yên derbarê Îranê de diyar kir ku rêveberiya Washingtonê li şûna vebijarkên leşkerî, zêdetir ber bi danûstandinan ve diçe. Trump destnîşan kir ku Tehranê dest bi dayîna daxuyaniyên "maqûltir" kiriye.

Tê ragihandin ku DYA planeke aştiyê ya 15 xalî pêşkêşî Îranê kiriye, lê Tehrana vê planê wekî "zêde" nirxandiye û şertên xwe danîne pêş.

Lêbelê, hin senatorên Amerîkî îdia dikin ku operasyoneke bejayî ya muhtemel a li dijî Îranê tê plankirin û amadekarî didomin. Tê ragihandin ku dibe ku operasyoneke bejayî û êrîşên hewayî di nav operasyonê de cih bigirin, lê biryara dawî hêj nehatiye dayîn.