Artêşa Amerîkayê ji bo wêrankirina Îranê di amadebaşiyê de ye
Hat ragihandin ku rêveberiya Trump bi mebesta wêrankirina hemû binesazî û baregehên nukleerê yên Îranê amadekariya operasyoneke mezin a leşkeriyê dike.
RûpelNews - Li gorî agahiyên ku ji aliyê sê berpirsên payebilind ên Amerîkayî û Îsraîlî ve hatine dayîn, rêveberiya Trump Îsraîlê agahdar kir ku ew ê beriya berfirehkirineke muhtemel a operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê, bi dehan balafirên din ên leşkerî yên dagirtina sotemeniyê bişîne Tel Avîvê.
Li gorî raporeke Axiosê, di civîneke di Qesra Spî de çend planên leşkerî yên nû yên li dijî Îranê ku tê da li derveyî Hurmuzê plana berfirehkirina qada şer heye cîh digire pêşkêşî Serokê Amerîkayê Donald Trump hat kirin û ev plan di asat nirxandinê de ye.
Çend vebijêrkên ku tên nirxandin ev in: Bombebarankirina tesîsên binesaziya krîtîk ên wekî santralên elektrîkê yên Îranê, zêdekirina êrîşên li ser tesîsên nukleerê bi mebesta neçarîkirina Îranê ku uranyuma xwe ya dewlemendkirî hê kûrtir veşêre û lêdana li tesîsa binê erdê ya Çiyayê Çakûçê ku guman heye hîn di bin avakirinê de ye.
Her çend li ser vê plana nû Trump heta niha biryareke dawî nedabe jî, wisa dixuye ku ew bi biryar e pevçûnê gur bike da ku rejîma Îranê neçar bike ku Tendava Hurmuzê veke û daxwazên nuklerê yên Amerîkayê qebûl bike. Li gor rayedaran dibe ku Trump di rojên pêş de fermana gurkirina pevçûnê bide.
