Îranê bi mûşekan êrîşî keştiyeke balafira Amerîkayê kir
Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) ragihand ku wan keştiyeke balafiran a Amerîkî û keştiyeke wêranker ku her du jî beşdarî dorpêça deryayî ya li dijî keştiyên Îranî bûn bi mûşekên balîstîk hedef girtine.
|
Türkçe
RûpelNews - Hêza Hewayî ya IRGC derbarê bûyerê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku keştiyeke balafiran a Amerîkî û wêrankerek, ku beşdarî dorpêça deryayî ya li dijî keştiyên Îranî bûne, bi mûşekên balîstîk hatine hedefgirtin.
Hat ragihandin ku, piştî êrîşê, keştiya balafiran û wêranker zirar dîtine û ji cihên xwe vekişiyane deverên din.
Di daxuyaniyê de her wiha hate tekez kirin ku Îran "ji her demê bihêztir e" û bersiveke bi biryar a li hember kiryarên Amerîkî dê berdewam bike.
