Amerîka: Em dê her şev zêdetir êrîşî Îranê bikin
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got: "Îran her roj li me digere lava dike ku peymanekê çêbikin. Heta ku Îran were ser rêya me em dê her şev zêdetir erîşî wan bikin."
RûpelNews - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li Fîlîpînan beşdarî Civîna 59emîn a Wezîrên Derve yên Komeleya Neteweyên Başûrê Rojhilatê Asyayê bû û li vir bersiva pirsên rojnamevanan da.
"Em dê her şev zêdetir êrîşî Îranê bikin"
Rubio diyar kir ku Îran ji bo ku bi wan re peymanekê çêbike, her roj li wan digere yan bi xwe yan jî bi navbeynkariya hinekan hewl dide xwe bigihîne Washingtonê. Rubio wiha aixîvî: "Pirsgirêka bi Îranê re ew e ku kengî ew digihîjin peymanekê, kesên li wir berpirsiyar in an binpê dikin an jî dixwazin wê biguherînin. Ev nîşan dide ku ew ne amade ne ku bigihîjin peymanekê. Em dê her şev zêdetir êrîş li wan bikin."
"Îran her roj li me digere ji bo peymanê"
Rubio da zanîn Îran dê ji bo kiryarên xwe 'bedeleke giran' bide û got, "Binesaziya pîşesaziya wan a parastinê heta binê erdê hatiye wêrankirin. Her şev ew cihên xwe yên avêtinê û sîstemên radarê ji dest didin. Ew zirareke bi milyaran dolarî dibînin û aboriya wan di rewşeke karesatbar de ye. Di vê rewşê de, ev mirov her roj telefonî me dikin, ji bo peymanekê lava dikin. Ew peyaman ji me re û ji welatên sêyem re dişînin. Êdî welatên din nemane ku peyaman ji wan re bişînin."
"Îran li dinyayê piştgiriya terorê dike"
Rubio bilêv kir ku rejîma Îranê welatê xwe wêran kiriye û got: "Îran welatekî dewlemend e. Eger bixwesta, dikaribû bibe welatê herî dewlemend ê Rojhilata Navîn, lê li şûna wê pereyên xwe dide Hîzullah, Hamas, Hûsiyan û milîtanên Şîe. Ew li seranserê cîhanê piştgiriya terorê dikin. Ew pereyên xwe ji bo kuştina mirovan li seranserê cîhanê xerc dikin, ew dron û moşekan çêdikin û ew bernameya xwe ya çekên nukleerî didomînin."
Li ser pirsa "Ma hûn li Îranê guhertina rejîmê dixwazin?" Rubio wiha bersiv da: "Em dixwazin Îranê ji nuklerê dûr bixin."
