Îlham Ehmed: Sam yan wê me qebûl bike yan jî wê li dîwar biqewime!
PeyamaKurd – Komxebata ku bi pêşengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Di sîstema neteweya demokratîk de pênasekirina nasnameya Kurd û gelê Sûriyeyê" li bajarê Qamişlo yê Rojava dewam dike. Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rojava Îlham Ehmed beşdarî rûniştina duyemîn a komxebata bi navê “Nasnameya Kurd a siyasî û rêxistinî ya piştî şoreşê ava bû û nêrîna çareseriya pirsgirêka Kurd” bû.
Ehmed bal kişand ser nêzîkatiya hikûmeta Şamê ya ji bo pirsgirêka Kurd û got, "Pêwîst e Kurd di destûra Sûriyeyê de cih bigirin. Yan wê me qebûl bike yan jî rejîm bi dîwarekî nû re rû bi rû bimîne."
Îlham Ehmed wiha berdewam kir:
"Divê em hêzên xwe biparêzin û bi wan serbilind bin"
"Nêzî 13 salên ku di ser destpêkirina aloziya Sûriyeyê re derbas bûne de, di çareseriya pirsgirêka Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de qonaxeke girîng derketiye holê. Li Sûriye û Rojava pêvajoyeke têkoşînê tê meşandin. Ji sala 2011an û vir ve. Ji bo vê jî gelek bedel hatin dayîn û gelek serkeftin hatin bidestxistin.
Herwiha anî ziman ku divê gel hêza xwe biparêze û got, "Hesreta hemû Kurdan ew bû ku rojekê zarokên xwe bi zimanê xwe bişînin dibistanê. Îro ev hesreta pêk hatiye. Lê belê polîtîkayên li dijî vê têkoşînê qels dike. Divê civaka me rê nede vê yekê.
Yek ji serkeftinên me yên din jî hêzên me yên leşkerî ne. Bi vê hêza me cîhan koalîsyonan ava dike. Ev koalîsyon wê bibe sedema rewabûnê. Hebûna hêzên parastinê pêwîstiyek e. Divê em xwediyê hêzên xwe bin û bi wan serbilind bin. Dinya dibêje ev hêzeke bi disîplîn e. Di vê astê de, hêza me tê qebûlkirin."
"Yên ku me qebûl nekin, wê bi dîwar re rû bi rû bimînin!"
Îlham Ehmed di nirxandina "Çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê wê li ser esasê çareseriya pirsgirêka Kurd be" kir, bal kişand ser nêzîkatiya hikûmeta Şamê ya li hemberî pirsgirêka Kurd.
Ehmed got, "Divê zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de cih bigire. Mafê me yê bingehîn bê bicihanîn. Mafê xwerêxistinkirinê bê avakirin. Divê êdî rejîm biguhere. Sîstema rêveberiya xweser a nenavendî bê qebûlkirin û dewlet ne navendî be."
Yan wê me qebûl bikin yan jî dê rejîm bi dîwarekî nû re rû bi rû bimîne. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelek civîn hatin lidarxistin. Rejîm 2 saetan jî ji perwerdeya bi Kurdî dûr dikeve. Bi tevayî mafê zimanê Kurdî înkar dike. Ew rê nadin partiyeke Kurdî.
Tifaqa navbera Kurdan
Îlham Ehmed bal kişand ser tifaqa partiyên Kurdistanî û got ku divê gel rola xwe bilîze û got, “Ji bo yekîtiyê mutabaqat girîng e. Jê re dibêjin tifaqa Kurdî yan jî netewî. Lihevhatina asta bilind girîng e.
Bi rastî jî civak di vî warî de dikare rola xwe bilîze. Ger civak di vê mijarê de israr bike û xwedî îrade be, bawer bikin wê di nava hefteyekê de partiyan bînin ser maseyê. Heta niha civakê rol nelîstiye. Divê civak bêje, yan hûn ê werin yan jî em we hemûyan qebûl nakin. Divê civaka me xwedî konsept û projeyan be.
Herwiha diyar kir ku di rojên pêş de derfet û metirsî li pêşiya Kurdan hene.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin