Helbûsî: Biryarên DFI yên li dijî PDK û Kurdan plankirî ne
PeyamaKurd - Serokê berê yê Civata Nûnerên Iraqê Mihemed Helbûsî gote ku hemû biryarên ku di sala borî de li dijî Kurdan û bi taybetî li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatine standin, biryarên plankirî ne û li pişt van biryarên plankirî destên nepen hene.
Helbûsî destnîşan kir ku ev biryarên plankirî yên li dijî Kurdan û PDKê, ji bo Iraqê jî encamên nebaş derdixin holê.
Serokê Partiya Teqedumê Mihemed Helbûsî di hevpeyvîneke kanala SûmeriyeNewsê de biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê (DFI) yên li dijî Herêma Kurdistanê û taybet li dijî PDKê destnîşan kir û got:
“Di salên dawî û bi taybetî di sala borî de, Kurd û bi taybetî jî PDK rûbirûyî çendîn biryarên li dû hev ên Dadgeha Federalî, Hikûmeta Îraqê û Civata Nûnerên Iraqê, medya û nerîna civakî bû. Ew biryarên li dijî Kurdan û PDKê hatine standin plankirî bûn û bername jê re hatibû danîn. Ew biryar wekî helkeftin nehatine standin, hesabek li ser hev kombûyî ye û ev ji bo Iraqê ne baş e. Pêwendiya çend ji wan biryaran jî bi rewşa herêmî re heye.”
"Nabe Îran hêrişî Hewlêrê bike"
Helbûsî amaje bi destwerdana navxweyî ya Iraqê û hêrişkirina Herêma Kurdistanê ya rejîma Îranê kir û got: “Nabe Îran ji aliyekî ve hêrişî Hewlêrê bike, ji aliyê din ve tevî wan hêrişan li Bexdayê, ji aliyê Serokê Civata Nûneran ve li dijî Herêma Kurdistanê biryarên ne ji rêzê bêne standin. Tê xwestin ku Herêma Kurdistanê têxin bin guvaşên siyasî û aborî. Ev wê manayê dide ku pilan ji wan biryaran re hatiye danîn û pêve girêdayî ne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin