Îlham Ehmed: Hêzên Şamê li dijî Kurdan şer îlan kirin

07 rêbendan 2026 14:14

Hevserokê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Rojavayê, Îlham Ehmed, li ser êrîşên Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li dijî kolanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê, di hesabê xwe yê medyaya dijital de daxuyaniyek weşand.

Îlham Ehmed: Hêzên Şamê li dijî Kurdan şer îlan kirin

EuronuNews- Îlham Ehmed di daxuyaniya xwe de got ku Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî li dijî kolanên ku nifûsa wan gellek in şer îlan kiriye û ev yek şerê tunekirinê ye li dijî gelê Kurd, yê ku di dema rejîma berê de jî di bin zordariyan de bûn. Wê diyar kir ku piraniya niştecîhên wan kolanan ji Efrînê bi zorê hatine koçberkirin û niha wekî penaberên navxweyî dijîn.

Wê her weha got ku her du kolanên ji bo demek dirêj di bin dorpêçkirina giran a komên girêdayî Wezareta Parastinê de ne. Tevî ku rêveberiyên kolanan li peymana 1ê Nîsanê sekinîn, lê hikûmeta demkî vê peymanê binpê kiriye. Ehmed got ku ji bo diyalogê hewlên cidî hatine dayîn, lê Wezareta Parastinê axaftinê red kiriye.

Îlham Ehmed bang li berpirsiyarên hikûmetê kir ku ji bo tiştên ku li wan kolanan têne kirin berpirsiyariyê bistînin û li şûna şer û şîdetê, bi rêya diyalogê çareseriyeke rastîn û mayînde bibînin. Wê got ku gelê Sûriyeyê ji şeran pir êş kişandiye.

Wê her weha bang li hemû ciwanên Sûriyê, kir ku şîdetê red bikin, li kêleka adaletê bisekinin û ji şerê dûr bisekinin.

Di heman demê de, ajansa nûçeyan a SANA ya ku girêdayî Şamê ye, ragihand ku mevzîyên leşkerî yên QSDê yên li nav wan kolanan armancên leşkerî yên rewa ne.