Almanya: Kobanî sembola têkosîna qehremaniya Kurdan a li dijî DAISê ye
PeyamaKurd - Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, di demeke ku Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê gef û êrîşên ser bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê zêde kirine de, peyameke piştgiriyê belav kir.
Annalena Baerbock di peyama xwe ya ji bo bajarê Kobaniyê de got: "Kobanî sembola têkoşîna qehremaniya Kurdan a li dijî DAIŞê ye. Piştî şerê 14 salan, tişta herî dawî ku divê mirov bike, rijandina xwînê ye."
Bearbockê Tirkiye ji parastina Sûriyeyê berpirsiyar dît û diyar kir: "Berpirsiyariya Tirkiyeyê jî parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê û hêviya aştiyê ye."
Hêjayî gotinê ye, piştî ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûnê paytexta Sûriyeyê Şam kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed anî, komên çekdarên opozîsyonê yên Tirkiye piştevaniya wan dike jî êrîşên ser deverên kontrola HSDê û Rojavayê Kurdistanê zêde kirine. Li gorî çavkaniyên herêmê, amadekariyên dagirkirina bajarê Kobaniyê jî têne kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin