Almanya cixareyên elektronîkên yekcarî qedexe dike

08 gulan 2026 19:04

Wezîrê Jîngehê, Çalakiya Avhewayê, Parastina Xwezayê û Ewlehiya Atomî ya Almanyayê Carsten Schneider, ragihand ku ji bo qedexekirina cixareyên elektronîkên yekcarî pêşnûmeyasa tê amadekirin.

Almanya cixareyên elektronîkên yekcarî qedexe dike

RûpelNews - Piştî civîneke bi wezîrên jîngehê yên eyaletan re li Leipzigê, Schneider diyar kir ku pêşnûmeyasayek ji bo qedexekirina cixareyên elektronîkên yekcarî dê îsal pêşkêşî Bundestagê were kirin.

Schneider destnîşan kir ku pêşnûmayasa dê firotina cixareyên elektronîkên yekcarî li Almanyayê qedexe bike û sedema vê qedexeyê wekî metirsiya şewatê ya ku ji ber van amûran çêdibe, nîşan da.

Schneider got ku bikarhêner piranî cixareyên elektronîkên yekcarî ligel zibilê malê an jî di kîsên vezivirandinê de diavêjin û ev yek dibe sedema şewatan li tesîsên zibilavêtinê.

Schneider herwiha diyar kir ku ev rewş ewlehiya jiyan û mal û milkê karkeran dixe xeterê û zirarê dide binesaziya vezivirandinê ya Almanyayê.

Hat ragihandin ku cîhazên cixareyên elektronîk ên ku tên dagirtin dê neyên qedexekirin.

Li gorî hejmarên pîşesaziyê, tê pêşbînîkirin ku bazara cixareyên elektronîk ya yasayî li Almanyayê heta sala 2025an bigihîje dahateke nêzîkî 2.4 milyar euroyî.