Hêrisên Îsraîlê yên li dijî Hizbullahê didomin: Nêzîkî 500 kesan can dan
PeyamaKurd - Di hêrişa herî berfireh a asmanî ya salên dawî ya artêşa Îsraîlê ku roja Duşemê li dijî hêzên Hizbullaha Lubnanê destpê kir û îşev jî dom kir de, hate gotin ku li başûrê Lubnanê nêzîkî 500 kesan canê xwe ji dest dane, bi deh hezaran kes malên xwe terikandine.
Ji BBC re axivîn, kesên ku ji başûrê Lubnanê direvin ji BBCyê re ragiahandin ku rêwîtiya wan a ber bi Beyrûtê ve 17 demjimêran dom kiriye.
Gelek kompaniyên frokeyan seferên xwe yên ji bo Beyrûtê rawestandin.
Di demeke ku hedefên li Geliyê Bekaayê ya li rojhelat û hin deverên bakur ên li ser sînorê Sûriyeyê ji hewayê ve dihatin lêdan, Hizbullahê jî ragihand ku ew jî bi hêrişên roketan bersivê didin Îsraîlê.
35 zarok û 58 jinan can dan
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di hêrişên roja Duşemê yên li başûrê welêt de hejmara miriyan gihiştiye 492 kesan û hejmara birîndaran jî derketiye 1645an.
Hate ragihandin ku di nav miriyan de 35 zarok û 58 jin jî hene.
Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Fîras Abîad diyar kir ku bi hezaran malbat ji herêmên ku hêriş lê pêk hatine koç kirine.
"Artêşa Îsraîlê xwe ji qonaxa bê re amade dike"
Artêşa Îsraîlê angaşt ku zêdetirî 1600 'armancên Hîzbullahê' hatine armanckirin.
Hat diyarkirin ku roketên ku Hizbullahê ber bi bakurê Îsraîlê va avêtine, hatine têkbirin an jî ketine bejahiyên bê mirov.
Artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku ew xwe ji bo qonaxa bê ya operasyona li Lubnanê amade dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin