Israîlê li Bekaayê li dijî Hizbullahê bi dehan hêrisên nû pêk anî

30 îlon 2024 17:23
Israîlê li Bekaayê li dijî Hizbullahê bi dehan hêrisên nû pêk anî

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku frokeyên şer ên artêşa Îsraîlê, îro danê sibê, li herêma Bekaa ya Lubnanê li dijî bi dehan xalên leşkerî yên Hizbullahê hêrişên nû pêk anî.

Di daxuyanîya ku bi ser hesabê Telegramê yê artêşa Îsraîlê hate belavkirin de hate gotin ku "Frokeyên şer ên Hêza Asmanî, li herêma Bekaa ya Lubnanê gelek hêriş birin ser baregehên leşkerî, çeperên avêtina mûşekan û embarên ku çek lê dihatin depokirin ên Hizbûllahê.

Artêşa Îsraîlê gef li Hizbullahê xwar û got: "Em ê li dijî Hizbullahê hêrişên xwe bidmînin û em ê ziyanê  bidin şiyan û binesaziya leşkerî ya Hizbullahê.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku piştî du roj bi ser kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah, di encama hêrişên Îsraîlê yên li ser baregehên Hizbullahê yên li Lubnanê de 105 kes mirine.