Pistî gefên Nasrallah HSDê yekem operasyon li dijî Hizbullahê pêk anî

26 tebax 2019 22:09
Pistî gefên Nasrallah HSDê yekem operasyon li dijî Hizbullahê pêk anî

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yekem operasyona xwe li dijî endamên Hizbûllahê pêk anî.

Hat ragihandin ku hêzên îstixbarata HSDê li nêzî herêma kontrola rejîma Sûriyê ya li Hesekê, li dorûbera gundê Maiyzilah operasyonek li dijî endamên Hizbullahê encam dane û 2 endamên Hizbullahê hatine binçavkirin.

Ev operasyona HSDê piştî daxuyanîyên Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah tê ku gotibû, piştî rizgarkirina Idlibê dor tê Rojhilatê Firatê ku wê derê jî rizgar bikin.

Rojhilatê Firatê di bin kontrola hêzên Kurdî û Amerîkayê de ye.

Serokê Hizbûllahê: Piştî Idlibê emê Rojhilatê Firatê jî rizgar bikin