Pêşnûmayasaya gotinên dijî Îsraîlê wek sucekî dibîne hat pejirandin

10 tîrmeh 2026 16:09

Encûmena Federal a Almanyayê (Bundesrat) pêşnûmayasayek pesend kir ku ji bo kesên ku bi awayekî giştî mafê hebûna Îsraîlê înkar dikin an jî banga ji holê rakirina Dewleta Îsraîlê dikin, cezayê girtîgehê an jî cezayê pereyan diyar dike.

Pêşnûmayasaya gotinên dijî Îsraîlê wek sucekî dibîne hat pejirandin

RûpelNews - Encûmena Federal a Almanyayê (Bundesrat) pêşnûmeqanûneke ku ji aliyê eyaleta Hessenê ve hatibû amadekirin pejirand ku înkarkirina hebûna Îsraîlê dike sûc.

Pêşnûmeqanûn ku di Rûniştina Giştî ya 1067emîn a Konseya Federal de ya li Berlînê bi piştgiriya piraniya eyaletên federal hat pesendkirin. Ji bo ku ev pêşnûmaqanûn bibe qanûn pêdivî bi erêkirina Parlamentoya Federal heye.

Heta 5 salan cizaya zindanê

Li gorî pêşnûmeqanûnê kesên ku li qadên giştî an jî li kombûnan mafê hebûna Îsraîlê înkar dikin, an jî banga rakirina Dewleta Îsraîlê dikin, eger ev daxuyanî wekî handana tundûtûjiya antî-semîtîk an jî kiryarên keyfî werin dîtin, dibe ku bi cezaya heta pênc salan a girtîgehê an jî bi cezaya pereyan re rû bi rû bimînin.

"Ji bo parastina civata Cihûyan pêwîst e"

Wezîrê Dadê yê Eyaleta Hessenê Christian Heinz ragihand ku mebesta rêziknameyê ne ew bû ku rexneyên li ser polîtîkayên hikûmeta Îsraîlê asteng bike. Heinz diyar kir ku pêşnûmeqanûn ji bo parastina civata Cihûyan a li Almanyayê gaveke pêwîst bû.