Wezîrê alman bertek nîşanî gotinên Hakan Fidan ên li ser Îsraîlê da

06 tîrmeh 2026 14:54

Wezîrê Karên Derve yê Almanya Johann Wadephul bertek nîşanî gotinên Hakan Fidan ên li ser Îsraîlê da û ew wekî 'bi temamî ne guncav' bi nav kir.

Wezîrê alman bertek nîşanî gotinên Hakan Fidan ên li ser Îsraîlê da

RûpelNews - Ber bi Lûtkeya NATOyê ve, ku dê sibê dest pê bike û ji aliyê Enqerê ve tê mazûvanîkirin, krîzeke nû ya Tirkiye-Îsraîlê derdikeve holê. Gotinên Wezîrê Derve Hakan Fidan ên êvara pêncşemê di weşana CNN Turkê de li Îsraîlê bûne sedema nerehetiyê, di heman demê de Almanyayê jî nerazîbûna xwe ji Enqerê re anî ziman.

Di dema weşanê de, Fidan hikûmeta Îsraîlê, ku wî wekî "Netanyahu û çeteya wî" bi nav kir, rexne kir û bi amajekirina bi siyasetmedarên îsraîlî re got: "Bi van polîtîkayan, ev zilam bûne barek ku mirovahî êdî nikare hilgire."

Fîdan got, "Îsraîlê gule li lingê xwe daye û Netanyahu zerera herî mezin gihandiye gelê xwe," û lê zêde kir ku ew ji Îsraîlê natirsin, ku li gorî îdiaya wî "li dijminekî nû digere": "Şer karê me ye; ev qet ne pirsgirêk e. Pirsgirêk çi ye? Pirsgirêk ev e: Îsraîl ne tenê pirsgirêka min e, ew pirsgirêka cîhanê ye, û divê bi vî awayî were pêşkêşkirin."

Nîqaşa antî-semîtîzmê

Gotinên Fidan bû sedema nîqaşeke li ser antî-semîtîzmê. Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar îdia kir ku daxuyaniya Fidan "bûye handana jenosîdê". Wezîrê Îsraîlî îdia kir ku Fidan cihû kirine hedef û ew wek "barekî ku nayê tehemulkirin" bi nav kirine.

Wezîrê Derve yê Alman Johann Wadephul, ku ragihandibû ew ê hema beriya Lûtkeya NATOyê biçe Îsraîlê, her wiha gotinên Fidan wek "bi temamî ne li cihê xwe" bi nav kirin. Wadephul di axaftina xwe ya ji bo rojnameya Bild de diyar kir ku, "Îsraîl di bin gefeke domdar de ye û maf û erkê wê heye ku gelê xwe biparêze".

Wadephul bawer dike ku têkiliyên Îsraîl-Tirkiyeyê dikarin bên sererastkirin

Wadephul, ku biryar e sibê serê sibê biçe Îsraîlê, dîsa jî nîşan da ku ew bawer dike ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de dikarin bên sererastkirin. Wadephul, ku diyar kir ku ew ê beriya Lûtkeya NATOyê li ser geşedanên li Rojhilata Navîn bi hevkarê xwe yê Îsraîlî Saar re gotûbêj bike, got ku yek ji armancên serdana wî "piştgirîkirina pêşxistina têgihiştina dualî di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de" ye.

Wezîrê Alman lê zêde kir ku çareseriyek ji bo pevçûnên li herêmê tenê dikare bi riya "lihevkirineke bingehîn a ku ji aliyê her du aliyan ve tê parvekirin" were dîtin.

Di rapora ku gotinên Wadephul jê hatine wergirtin de, *Bild* nivîsî ku Fidan dema got, "Ev mirov barek in ku mirovahî nikare hilgire," mebesta wî Cihû bûn, û tekez kir ku ev yek antî-semîtîzm e.

Ji aliyê opozîsyonê ve jî bertek hatin

Siyasetmedarên alman jî li hember gotinên Fidan bertek nîşan dan. Cansu Ozdemir, berdevka siyaseta derve ya Partiya Çep (Die Linke), ji rojnameya Welt re got ku gotinên Fidan "retorîkeke nepejirandî" pêk tînin û anî ziman ku ew "gelekî xeternak" in. Ozdemir got, "Divê hikûmeta Netanyahu ya rastgir a tund û komkujiya li Xezeyê bê rexnekirin, lê divê ev ti carî nebe sedema şermezarkirina gelekî bi tevahî an jî pêşdaraziyên antî-semîtîst."

Agnieszka Brugger, Cîgira Serokê koma parlamenî ya Partiya Kesk, her wiha bang li hikûmeta almanî kir ku "daxuyaniyên antî-semîtîst ên ku ji Enqerê tên" şermezar bike.

Piştî biryara li ser "qirkirina ermeniyan"

Gotinên Fidanê li dû biryara hikûmeta Îsraîlê ya ji bo naskirina "qirkirina ermeniyan" tên. Di dawiya meha borî de, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Saar pêşniyarek pêşkêşî kabîneyê kir ku komkujiyên li dijî Ermeniyan wekî "qirkirin" nas bike, û hikûmetê ew bi yekdengî pesend kir.

Ji bo ku biryar bikeve meriyetê, pejirandina parlamentoyê pêwîst e. Îsraîlê berê xwe ji wesifandina fermî ya komkujiyên Ermeniyan wekî "jenosîd" dûr digirt. (DW)