Hewramî bertek nîsanî gotinên wezîrê Îranî da!
PeyamaKurd - Hefteya borî Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf, beşdarî civîna Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Derve bû û di mijara danîna alaya Kurdistanê li ser tabûta Talebanî, Serok Barzanî û PDK sûcdar kiribû.
Serokê Lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî bi nivîsekê bertek nîşanî gotinên Cewad Zerîf da. Nivîsa Hêmin Hewramî:
"Di çend rojên derbasbûyî de û li pêşiya Parlamentoya welatê xwe, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf dev avêtiye Ala Kurdistanê û çend mijar tevlihev kiriye.
Gelek caran kesên nezan û çevteng ku dilê wan tije qehr û kîn e daxuyanî û gotinên vala dibêjin û kes li wan nagre, lê tişta ku min matmayî dike û dihêle ez bawer nekim dema ku wezîrê derve yê Îranê, ku wek kesekî dîplomat û akadîmisyen û birêz tê naskirin, wan gotinan dibêje.
Bilindkirina Ala Kurdistanê ji her kurdekî re cihê serbilindî û şanaziyeke mezin e. Wezîrê Derve yê Îranê gotiye, min serê xwe ji termê rehmetî Mam Celal Talebanî re danexistiye ji ber ku Ala Kurdistanê li ser termê wî bû. Beriya her tiştî gerek wezîrê derve yê Îranê zanîba ku hemû hûrgiliyên merasîma veşartina Mam Celal li ser milê malbata rehmetî bûn û ew di ber de berpirsyar in û haya wan ji her tişî hebû û Serok Barzanî ha jê tine bûn.
Mihemed Cewad Zerîf dev avêtiye referandûma Kurdistanê jî, lê referandum mafekî sirûştî ye ji hemû gelan re ku bi awayekî aştiyane û demokrasî biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û daxwaz mafên xwe yên rewa bike. Eger referandum şaş baya gelê Kurdistanê % 93 dengê xwe nedidan serxwebûna Kurdistanê. Tişta ku şaş bû dijayetiya wê proseya aştîxwaz û demokrat a gelê Kurdistanê bû.
Salek bi ser referandumê re derbas dibe û em ecêbmayî mane ku çawa di vê dema niha de wezîrê derve yê Îranê wê tîne bîra me. Tevdana vê mijarê di vê dema niha de û bi vî awayê han û diyarkirina wê helwesta nerewa li himberî xelkê Kurdistanê, bêguman pirsgirêkên navxwe yên Îranê çareser nake. Me bawer nedikir ku ew gotin ji wî birêzî derkevin.
Salek bi ser referandumê re derbas dibe û em ecêbmayî mane ku çawa di vê dema niha de wezîrê derve yê Îranê wê tîne bîra me. Tevdana vê mijarê di vê dema niha de û bi vî awayê han û diyarkirina wê helwesta nerewa li himberî xelkê Kurdistanê, bêguman pirsgirêkên navxwe yên Îranê çareser nake. Me bawer nedikir ku ew gotin ji wî birêzî derkevin."
Gotinên wezîrê Îranî di mijara danîna alaya Kurdistanê li ser tabûta Talebanî de wiha bû:
"Di merasimê de hevalbendên Barzanî, ev bûyer ji xwe re kirin firsend û mesele bi aliyê xwe ve zivirandin. Hevalbendên Barzanî, alaya Kurdistanê danîn ser tabûta Talebanî."
Zerîf di mijara referandûma serxwebûnê de jî rexne li Serok Barzanî girt û wiha axivî:
"Merasima cenaze nêzîkî referandûma serxwebûnê bû. Herçiqas Birêz Barzanî xeletî kir û referandûm çêkir û Komara Îslamî Îran li dijî vê bû jî me li cem xuşk û birayên xwe yên Kurd cih girt. Têkiliyên me digel xuşk û birayên me yên Kurd bihêz in û dê berdewam bin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin