Serokê Konseya YEyê Michel bertekê nîsanî serokwezîrê Macaristanê da

05 tîrmeh 2024 00:51
Serokê Konseya YEyê Michel bertekê nîsanî serokwezîrê Macaristanê da

PeyamaKurd – Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpayê Charles Michel bertekê nîşanî serokwezîrê Macaristanê Victor Orban da ku seredana Rûsyayê dike. Michel got ku her çendîn Macaristan serokê demkî yê YEyê ye jî nikare li ser navê YEyê bi Rûsya re têkiliyan deyne. Michel, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ji Orban re got:

“Serokatiya demkî ya Yekîtiya Ewrûpayê erka wê tine ku li ser navê YEyê bi Rûsya re têkiliyan deyne. Tewrê YEyê zelal e. Rûsya êrîşkere û Ûkrayna qurbane. Ti niqaşekî li ser Ûkraynayê bê amadebûna Ûkraynayê nabe.”

Macaristan, serokatiya demkî ya YEyê di 1ê Tîrmehê de dewr sitendibû û li gor çapemeniya Ewrûpayê; serokwezîrê Macaristanê Victor Orban dixwaze di 05.07.2024an de seredana Rûsyayê bike û bi serokê Rûsyayê Putin re hevdîtin bike.