Yoav Galant: Îsraîl naxwaze li Lubnanê li dijî Hizbullahê ser derkeve, lê artêsa Îsraîlê ji ser re amade ye

29 hezîran 2024 17:54
Yoav Galant:  Îsraîl naxwaze li Lubnanê li dijî Hizbullahê ser derkeve, lê artêsa Îsraîlê ji ser re amade ye

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant ragihand, Îsraîl naxwaze li Lubnanê li dijî Hizbullahê şer derkeve, lê artêşa Îsraîlê ji şer re amade ye.

Medya Îsraîlî ragihand ku Gallant doh serdana leşkerên li nêzîkî sînorê bakurê Îsraîl û Lubnanê kir, "Em li ser çareseriyeke siyasî dixebitin. Ev her tim bijardeya herî baş e... Em li şer digerin, lê em jê re amade ne."

Galant got, "Eger (Hizbullah) şer hilbijart, em dizanin em ê çi bikin... Heke ew aştiyê hilbijêrin, em ê bersivê bidin."

Ji destpêka şerê Xezzeyê ve, rojane li devera sînorî ya navbera Îsraîl û Lubnanê di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê de şer û pevçûn diqewimin.

Di van demên dawîn de tundiya şer gelekî zêde bûye û gelek welatan di nav de Almanya jî bang li welatiyên xwe kirine ku ji Lubnanê derkevin.