Futbolîzê navdar ê Îranê: 290 çêlek li meclîsê rûdinin!

07 cotmeh 2022 00:00
Futbolîzê navdar ê Îranê: 290 çêlek li meclîsê rûdinin!

PeyamaKurd - Lîstikvanê futbolê yê berê di tîma milî ya Îranê de, Mêhrdad Poladî piştevaniya xwe bo xwepêşanderan kir û li ser hesabê xwe yê Instagramê bi heştega Mehsa Emînî parvekirin kir.

Futbolîzê Îranî yê navûdengî Mêhrad Poladî di peyama xwe de got: "Di dîrokê de binivîsin, ji bo xelkê Îranê dengê hemû xelkê cîhanê hate bilindkirin, ji bilî 290 çêlekên ku di meclîsê de rûniştine û xwe wekî nûnerên xelkê dizanin."

Mêhrdad Poladî, lîstikvanê berê yê tîma futbola Îranê bû û piştî girtina futbolîz Husên Mahînî ku ji aliyê hêzên ewlehîya Îranê ve hatibû girtin jî li ser Instagrama xwe ji bo piştevanîya Mahînî gotibû; “Şerfdar bî, yên bêşeref  taqetê nayînin.”