Hêzên Îranê lîstikvana navdar a sînemayê desteser kirin
PeyamaKurd - Hunermenda navdar a sînemaya Îranê Terane Elîdostî ji ber piştevaniya wê ya bo xwepêşanderan ji aliyê hêzên Îranê ve hat girtin.
Medya Îranê daye zanîn ku atrîsa navdar Terane Elîdostî şeva borî 17ê Kanûnê li mala xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin.
Li aliyê din malpera Mizan ya Desthilata Dadweriya Îranê jî girtina Elîdostî piştrast kiriye û ragihandiye ku sedema girtina wê hunermendê ji ber hin helwest û gotinên wê bûye.
Terane Elîdostî lîstikvana navdar a Îranî ye ku bi rola xwe ya sereke di drama Şehrzad de li Başûrê Kurdistanê û cîhanê navdar bû.
Terane Elîdostî yek ji wan navdarên Îranê ye ku piştevaniya xwe ji bo xwepêşanderên piştî kuştina Jîna Emînî nîşan daye û wêneyekî xwe yê servekirî jî bi diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” belav kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin