Lîstikvana navdar a Îranê bi hinceta pistîvanîkirina xwepêsandanan hat girtin

22 mijdar 2022 15:16
Lîstikvana navdar a Îranê bi hinceta pistîvanîkirina xwepêsandanan hat girtin

PeyamaKurd – Lîstikvana navdar a Îranê Ketayûn Reyahî, bi hinceta piştîvanîkirina xwepêşandanan hat girtin.

Li gor zanyariyan, lîstikvana navdar a Îranê Ketayûn Reyahî ku li Îran û welatên Îslamî tê nasîn, do li Îranê ji ber piştevanîkirina xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê û derketina bêyî serpoşê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye girtin.

Ketayûn Reyahî bi rola Zuleyxa ya di rêzefîlmê Hz. Yûsif de, li Îran û welatên îslamî bûye xwedan nav û deng.