Futbolîzê navdar ê Iraqî ji koronayê can da
21 hezîran 2020 17:15
PeyamaKurd - Lîstikvanê futbolê yê naskirî li Iraqê Ehmed Razî ku serlîstikvanê Tîma Netewî ya Iraqê bû, ji nexweşîya vîrusa koronaya nû Covid-19 jiyana xwe ji dest da.
Hat zanîn ku Razî ev demek e li Bexdayê li nexweşxaneya Numaz a Bexdayê dihat tedawîkirin ku piştî giranbûna rewşa wî amadekariya veguhestina wî bo Urdinê dihat kirin.
Hat ragihandin ku Razî li nexweşxaneya ku dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest daye.
Ehmed Razî ku sala 1964an ji dayik bûye, sala 1988an wekî futbolîzê herî baş ê Asyayê hatibû hilbijartin û sala 1986an jî di Şampiyoniya Dinyayê de gol avêtibû tîma Belçîkayê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Aborî
Futbolîzê navdar ê Îranê: 290 çêlek li meclîsê rûdinin!
06 cot 2022
Aborî
Futbolîzê navdar hemû hesabên medya civakî asê kirin
23 rbn 2019
Tenduristî
Futbolîzê navdar ê Almanî Max Kruse bi Kurdî teklîfa zewacê li hevala xwe kir
25 trm 2021
Magazîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin