Futbolîzê navdar ê Almanî Max Kruse bi Kurdî teklîfa zewacê li hevala xwe kir
PeyamaKurd – Futbolîzê navdar ê tîma bijardeyên Almanyayê Max Kruse ji evîndara xwe ya Kurd re li Olimpiyadên Tokyoyê di weşana zindî de bi Kurdî teklîfa zewacê kir.
Max Kruse piştî serkeftina tîma wî li hember tîma Erebistana Siûdîyê li nav stadyumê bi tîşortê nivîsa kurdî ya ‘Ji te hez dikim, dixwazim bi min re bizewicî’ tekflîfa zewacê li evîndara xwe ya Kurd Dilara kir.
Kruse piştî serkeftina bi encama 3-2 ya li hember tîma Siûdî li nav stadyumê dema ji radyoya Alman ARD re diaxivî got, "Ji hevala min re peyameke min heye..” û paşê formayê xwe derxist û bi tîşortê xwe yê teklîfa zewacê kir ma.
Kruseyê 33 salî piştre jî got, “Min gelekî xwest gol bavêjim, lê min nekarî. Heger min bavêta minê formeyê xwe derxista. Dilara tu yê bibî hevjîna min?”
Max Kruse milyonların önünde Kürtçe t-shirtle Kürt sevgilisine evlenme teklifi ediyor... Damadımız . pic.twitter.com/0797fR63MO
— türkler panik halinde (@ditirkanim) July 25, 2021
Vîdyoya ku Max Kruse teklîfa zewacê bi kurdî kir li ser medya civakî gelekî populer bû û hê jî tê belavkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin