Futbolîzê navdar hemû hesabên medya civakî asê kirin
23 rêbendan 2019 22:17
PeyamaKurd - Futbolîzê navdar ê Misrî ku di Liverpolê de gogê dibezîne, Muhammed Salah hemû hesabên xwe yên ser Twitter, Istagram û Facebookê jê birin.
Salah di Lîga Premier a Brîtanyayê de formeyê 11an ê tîma Liverpolê li xwe dike. Salah roja çarşemê ji nişka ve hemû hesabên xwe yên medya civakî asê kirin.
Bi milyonan şopînerên Salah li ser medya civakî hebûn, lê bêyî ti hincetekê nîşan bide ew hesabên xwe girtin.
Tê gotin ku Muhammed Salah ji ber îhtimala transferbûna tîmeke din a futbolê ev biryar daye, lê ji aliyê tîma tê de dilîze Liverpolê ve jî ti daxuyaniyek nehat dayîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Aborî
Futbolîzê navdar ê Îranê: 290 çêlek li meclîsê rûdinin!
06 cot 2022
Aborî
Futbolîzê navdar ê Iraqî ji koronayê can da
21 hzr 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin