Fransa: Valakirina Refahê ya ji sivîlan Tawanê Ser e

07 gulan 2024 18:58
Fransa: Valakirina Refahê ya ji sivîlan Tawanê Ser e

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Fransayê di derbarê hêrişa Îsraîlê ya li ser Refaha Xezzeyê de daxuyaniyeke tund belav kir.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Fransayê de, di derbarê daxwaza Îsraîlê ya valakirina ji sivîlan a rojhilatê Refahê de hewlesta Îsraîlê wek "Tawanê Şer" hate destnîşankirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zêdetirî 1.3 milyon sivîlên ku li Refahê sitirîne di rewşeke pir metirsîdar de ne û hat gotin ku "Koçberkirina sivîlan a bi darê zorê, li gorî yasayên navneteweyî sûcê şer e."

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînê yên li Rojhelata Nêzîk a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.

UNRWA’yê destnîşan kir ku hêrişa Îsraîlê ya li dijî Refahê tê wê wateyê ku wê gelek sivîlên din jî bi êş û jan bimirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Encama operasyona Refahê wê ji bo 1,4 mîlyon mirovan wêranker be. Divê tavilê operasyon bê rawestandin.

UNRWAyê her wiha da zanîn ku heta dikaribin wê xebatkarên wanzên alîkariya mirovî li Refahê bimînin û wê alîkariyên bingehîn ên jiyanê ji bo gelê herêmê bidomînin