Êrişên hewayî bi ser Hewlêrê, li Enbar û Babilê jî roket ketin

03 adar 2026 22:07

Bi ser Hewlerê gellek êrişên girseyî yên balafirên bê mirov rû da û li Enbar û Babilê jî roket ketin

Êrişên hewayî bi ser Hewlêrê, li Enbar û Babilê jî roket ketin
21 Hewldanên êrişên di çar rojan de

RûpelNews - Bi 4 êrişên balafirên bê mirov Konsolosxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlerêhate armanc kirin. Hemû êriş bi rêya pergala parastina asmanî hatin puç kirin. Li Enbar û Babilê jî roket ketin.

Li paytexta Herema Kurdistanê Hewlerê, demjimêr  21:00ê  êvarê, bi hev re 4 erişên bi balafirên bê mirov hatin lidarxistin. Li gor agahiyên hatine standin, armanca êrişan, Konsolosxaneya Giştî ya Amerîkayê bû.

Rayedaran ragihandin ku hemû balafirên bê mirov berî ku bigihîjin armancê, ji aliyê pergala parastina asmanî ve hatin pûç kirin.

Di çar rojan de 21 Hewldanên êrişên

Alozîya  herêmî ya dawî, bandor li ser Herêma Kurdistanê jî kiriye. Li gor daxuyaniya rayedaran, di çar rojên dawî de bi giştî 21 hewildanên êrişan hatine tesbît kirin, ku yek ji wan li xeta sînorê Duhokê bû.
Parêzerê Hewlerê Umid Xoşnav di daxuyaniyeke de got ku nêzîkî 100 balafirên bê mirov û roket di van erişan de hatine bikaranîn. Wî diyar kir ku bi saya pergala parastina asmanî ya pêşketî, hemû eriş berî ku bigihîjin armancên xwe hatin betal kirin.

Li Enbar û Babil jî êrişên roket

Li parêzgeha Enbarê ya Iraqê, li devera gundewarî ya Firat a navçe ya Hitê, roketeke ku hate gotin “çêkirina Îranê” ye ket. Rayedar ragihandin ku ji ber ku roket li devereke vala ketiye, tu windahî yên can û malê nehatiye qeyd kirin.

Li herêma Curf es-Sahar a bakurê Babilê jî li ser hêzên Heşdî Şabî êrişên asmanî hate lidarxistin. Piştî êrişên li herêmê dûmanek giran rabû.