DEM Partiyê êrişên li Dihok û Hewlêrê şermezar kir

28 adar 2026 19:50

DEM Partiyê êrişên li parêzgehên Herêma Kurdistanê Dihok û Hewlêr ê bi tundî şermezar kir.

DEM Partiyê êrişên li Dihok û Hewlêrê şermezar kir

RûpelNews - Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari daxuyaniyeke nivîskî li ser êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê belav kir û wiha got:

“Em êrişên ku îro ji aliyê hêzên Îranê ve li Dihok û Hewlêrê hatîn kirin û bombebarankirina mala Birêz Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar dikin. Ji Rêveberiya Herêma Kurdistanê û gelê kurd re derbasî be.

Em ji ber êrişên ku di hefteyên dawî de li dijî Herêma Kurdistanê hatine kirin pir xemgîn û bifikar in. Hikûmeta Îranê êrişên ku çend roj berê dîsa li ser Hewlêrê hatibûn kirin wekî "şaşî" bi nav kiribû û soza lêpirsînê dabû. Divê ji bo êrişên îro demildest daxuyaniyê bide û berpirsyaran darizîne.

Herêma Kurdistanê bi berdêlên mezin gihîşt vê qonaxê. Zelal e ku bi van êrişên hanê dixwazin şer û pevçûnê li herêmê belav bikin. Em ê weke do îro jî li dijî vê zîhniyeta ku dixwaze erdnîgariya Kurdan bikişîne nav şer têkoşîna xwe bidomînin.”