Amerîkayê li Sûriyê êrişên hewayî encam dan
Hate ragihandin ku artêşa Dewletên Yekbûyiyên Amerîkayê (DYA) di navbera 3 û 12ê Sibatê de 10 êrîşên hewayî li Sûriyê li dijî hedefên DAIŞê pêk anîne.
RûpelNews - Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku hêzên hewayî yên Amerîkayê bi gelek cebilxane, binesazî û depoyên çekan ên DAIŞê li Sûriyê kirine hedef.
Hat ragihandin ku DYAyê di navbera 3 û 12ê Sibatê de 10 êrîşên hewayî li dijî zêdetirî 30 hedefên DAIŞê li Sûriyê pêk anîne, ji bo ku zexta leşkerî li ser bermahiyên rêxistina terorîst a DAIŞê bidomîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên hewayî yên berê yên DYAyê li dijî hedefên DAIŞ'ê di navbera 27ê Çile û 2yê Sibatê de hatibûn kirin, ku di pênc êrîşên hewayî yên cuda de navendeke ragihandinê, navendeke lojîstîkê ya stratejîk û depoyên çekan ên rêxistina terorîst hatibûn hedefgirtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku êrîş wekî beşek ji "Operasyona Hawkeye Strike" a ku di 20ê Kanûnê de hatibû destpêkirin, ku ev operasyon wekî bersivdayîna êrîşa DAIŞê ya di 13ê Kanûnê de li Palmîrayê hatibû destpêkirin, lewra di wê êrîşê de du leşkerên amerîkî û wergerekî amerîkî hatibûn kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyonan de du mehên borî de hatine kirin de, zêdetirî 50 endamên DAIŞê hatine kuştin an girtin û bi sedan cebilxane li zêdetirî 100 hedefên binesaziya DAIŞê ketine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin