Efrîn | 3 kes hatin revandin û 25 hezar darên fêkî hatin sewitandin

24 tîrmeh 2024 23:03
Efrîn | 3 kes hatin revandin û 25 hezar darên fêkî hatin sewitandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di çend rojên dawî de, li herêma Efrînê ya ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê ve hatiye dagirkirin, bûyerên binpêkirin û girtina sivîlan berdewam kir.

Li gorî çavkaniyên xwecihî komên çekdar, doh 23yê Tîrmehê agir berdana herêma li gundên Edamo, Elbîskê û Bilîlko yên bajarê Reco yê Efrînê û heta niha nêzî 25 hezar darên fêkî yên zeytûn, gêlaz, gûz û hinar, merx û sewlî şewitîne. Hatiye diyarkirin ku agir nehatiye kontrolkirin û ber bi bajarokê Bilbilê ve jî berfireh dibe.

Li aliyê din Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê jî ragihand ku Polîsên Leşkerî 22yê Tîrmehê kesê bi navê Mihemed Omer Bin Seîd (43) ê ji gundê Xelnêrê yê Efrînê revandiye.

Mihemed Omer ji Lubnanê vegeriyabû û daxwaza mala xwe ya li bajarê Efrînê kiribû ku çekdarekî ji başûrê Helebê dest daniye ser.

Koma Ehrar El Şerqiye jî roja Sêşema borî welatiyê bi navê Ciwan Ebdulhenan Silêman (35) ê ji gundê Eyn Hecerê yê bajarê Mabetayê revandiye û radestî Polîsên Leşkerî yên li bajarokê Bilbilê kir.

Dîsa kesê bi navê Ciwan Hemîd Horo (42) yê ji gundê Ûka yê bajarokê Bilbilê ku hatibû revandin jî 5 hezar dolar fîdye ji malbata wî hatiye xwestin.