Bo 4 Tirkên ku hatine revandin 44 hezar dolar pere xwestin
PeyamaKurd- Li welatê Nîjaryayê, li eyaleta Kwarayê li gundê Gbaleyê 4 Tirkên ku di ocaxa kevir de dixebitîn, ji aliyê grûbeka çekdar de hatin revandin û bo berdana wan, serê mirovê 11 hezar, bi temamî 44 hezar dolar pere ji şîrketa ku tê de dxiebitin, dixwazin. Revandina her 4 kesan roja şemiyê çêbû bû.
Kesên ku hatine revandin navên wan di medya Nîjeryayê de hat belavkirin ku her 4 kes ev in: Yasin Çolak (33), Şener Apal (40), Ergun Yurdakul (35) û Seyit Keklik (25).
Berdevkê asayîşa Eduyê Okasanmi Ajayi, roja borî ragihandibû ku bo serbest berdana wan fîdye nehatiye xwestin. Îro rêvebiriya asayîşa Eduyê ragihand ku bila ti kes bo berdana her 4 Tirkina fîdye nede. Asayîş weha got:
“Niha polîs dixwaze piştrast be bê kesên ku hatine revandin ne birîndar bin û li heyatê bin. Tişta niha em karibin bêjin ev e. Em naxwazin agahiyên ku jiyana hemwelatiyên Tirkiyê bixin talûkê bidin û dixwazin bi awayeka bi ewle serbest bên berdan.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin