Efrîn | 5 sivîl hatin revandin, 2 kes jî bi fîdyeya 14 hezar dolaran hatin berdan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê ve hatiye dagirkirin û navçeya Raco ya Efrînê, yek ji wan zarok 5 sivîl hatin revandin.
Herwiha li gorî çavkaniyên herêmê, çekdaran 2 sivîlên ji navçeyên Mabata û Şêrewayê revandibûn jî bi standina fîdyeya 14 hezar dolaran berdane.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihandiye, ji bo standina pereyan çekdaran bi tawanên nerast ji navçeya Raco, yek ji wan zarok 4 sivîl revandin.
Rêxistinê diyar kiriye, 26ê vê mehê, çekdaran ji gundê Hec xelîl yê navçeya Raco zarokê bi navê Mîrvan Elî Şêxo revaniye û sedem jî ew zarokê 14 salî çar sal berê beşdarî şahîyeke li Efrînê bûye hatiye nîşandan.
Dîsa ji heman gundî ciwanê bi navê Doxan Hisên ê 24 salî jî hatiye revandin.
Rêxistinê daye xuyakirin, heman rojê ji gundê Moseka kesê bi navê Xalid Mistefa Hisên ê 44 salî û ciwanê bi navê Ramî Qere yê 19 salî hatine revandin.
27ê vê mehê jî li navenda bajarê Efrînê, çekdaran kesê bi navê Ebdulselam Elo yê ji gundê Mistikê yê navçeya Şiyê revandiye.
Çekdaran doh 27ê Tîrmehê piştî standina 2 hezar dolaran sivîlê bi navê Ebdulreûf Şêx Seydî yê ji gundê Şêxûtka yê Mabata berdan.
Malpera Afrinpostê jî ragihandiye ku piştî standina 12 hezar dolaran kesê bi navê Behrî Kedo yê 65 salî ji girtîgeha çekdarên Feyleq El-Şam ve hatiye berdan.
Herwiha li gorî çavkaniyên Afrînpostê 13 mehê jî çekdaran kesek ji gundê Xezewiyê yê navçeya Şêrewa revandiye û îşkenceyên tund li wî kirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin