Li Efrînê binpêkirina mafan dewam dike: 22 kes hatin revandin
PeyamaKurd - Çekdarên opozîsyona Sûriyê li nahiya Şêrawa ya ser bi bajarê Efrînê 22 kes girtin û nayê zanîn bê ew ber bi ku de birin.
Çalakvanên civaka sivîl ji bajarê Efrînê ragihandin ku, îro sibehê li gundê Endarê çekdarên grupa Hemzat welatiyên sivîl girtin. Herwiha dan zanîn ku hinek ji wan welatî jî ev kesana bûn: Reşîd Xalid temen 23 salî, Ehmed Reşîd temen 22, Dilo Reşîd temen 20, Şiyar Elî temen 25, Necim Elî temen 35 salî û Xalid Elî temen 50 salî bû û ew ber bi ciheke ne diyar ve birin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hat bidestxistin, li gundê Birc Heyderê grupa bi navê Feyleq El Şam li 6:00ê ber bangê ser bi gund de girtin û 16 kes revandin.
Di 18ê Adara borî de artêşa Tirkiyê û grupên bi ser ve yên opozîsyona Sûriyê bajarê Efrînê dagîr kirin û ji wê rojê ve girtin, kuştin û talan kirin li wê navçeyê berdewame.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin