Li Efrînê zordestî didome: “4 sivîl hatin revandin!”

08 cotmeh 2018 16:52
Li Efrînê zordestî didome: “4 sivîl hatin revandin!”

PeyamaKurd- Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê, 4 kesên sivîl ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hatin revandin.

Zilm û zordariya çekdarên opozîsyona Sûriyê ya li ser gelê Kurd ê Efrînê dewam dike. Çekdarên opozîsyonê duh 3 jê bira, tevde 4 Kurdên ji Efrînê, revandin.

Li gorî agahiyên herêmî çekdarên bi navê koma El Hamza ku di nava opozîsyona Sûriyê de cih digirin, duh li Efrînê sê bira (Salih Osman, Ehmed Osman, Fewzî Osman) ji malên wan derxistin û birin. Tevî vê jî, çekdaran dest danîne ser dehla Salih Osman ya hinaran.

Li navçeya Cindirêsê jî welatiyekî Kurd ji aliyê çekdarên bi navê koma El Hamzayê ve hate revandin. Welatiyê ku ji gundê Keferzîtê hatiye revandin, navê wî Derwêş Derwêş e.

Beriya niha jî ji gundê Kurzêlê 20 welatiyên Kurd hatibûne revandin û ew jî heta niha winda ne.

Rêxistina Mafên Mirovan ya li Sûriyê ragihand ku di van çend rojên dawî de 40 welatî hatin revandin. Li herêma Efrînê 5 kes hatine kuştin û yekî Êzîdî jî di nava van de bû.