Efrîn | 2 welatî ji aliyê çekdarên koma El-Cephe El-Samiye ve hatin revandin
27 tebax 2022 16:05
PeyamaKurd – Li navçeya Şera ya Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, 2 welatî ji aliyê çekdarên koma El-Cephe El-Şamiye ya ser bi Tirkiyê ve hatin revandin.
Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê diyar kir, roja 25ê Tebaxa 2022an çekdarên koma El-Cephe El-Şamiye, Aryen Mehmûd Xelîl ê 35 salî û Ehmed Beşîr Xelîl ê 34 salî ji gundê Maeskera yê navçeya Şerayê ya Efrînê revandine.
Herwiha heman çavkaniyê eşkere kir, çekdarên El-Cephe El-Şamiyê ew welatî ber bi cihekî nediyar ve birine û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e û hat ragihandin ku Aryen Mehmûd Xelîl beriya niha jî ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatibû girtin û piştî dayîna fîdyeyê hatibû berdan.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Efrîn | 16 welatî ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatin revandin
28 rbn 2021
Cîhan
Efrîn | Çekdarên koma Ehrar el Serqiye 400 darên zeytûnan birîn
08 îln 2022
Jiyan
Erdogan û serokkomarê Somaliyê Hasan Sêx Mehmûd civînê pêkanîn
27 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin